1987 © Ses Plak, Albûm Girtîyên Azadîyê
Gotin: Feyruse Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Hey dîlbere wey dîlbere
Hey nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem wergerê
Hey dîlberê wey dîlberê
Bejna zirav li ser kemberê
Rû ji ava kewserê
Gerden bi morî û cewherê
Hey dîlberê wey dîlberê
Tasa li ser zîv û zerê
Te nabînim li ber pencerê
Xem û kulan ji dil derê
Hey dîlberê wey dîlberê
Sevka me çû, roj wê li me derê
Xelk û alam we li me binerê
Wê bêjin ewa dîna dîlberê