Mihemed Şêxo – Ez Keçim

Share

Published: 22. August 2019

Category: Music


ez keçim keça gundan im
kulîlka serê lawanim
rîhana rez û çemanim
lawiko ez bêrîvanim

delalê tu xwîn şêrînî
dil reqî lêv hingivînî
mij xorta gava min dibînî
bêrîyê ez evîndarim

lawiko evînî şerme
geleka bi tis û sehme
evînî gunehe li dev me
lawiko ez bêrîvanim

delalê bejin rîhanê
kulîlka heyva gûlanê
rêzana xweşya jîyanê
delalê ez evîndarim

lawiko were mala me
min bixwaze û sehke kilame
gutilkê bike tilîya min
lawiko ez bêrîvanim

delalê bêje bavê xwe
min bide û dewlet serê xwe
qeyil ke delalê dilê xwe
bêrîyê ez evîndarim

Helbest= Ebdulezîz Sefer
Awaz û deng= Mihemed Şêxo

Copyright © 2019 | video.karwan.tv