Mihemed Şêxo – Lê lê ciwanê

Share

Published: 22. August 2019

Category: Music


Mihemed Şêxo – Lê lê ciwanê
Helbest Seydayê Tîrêj
Aawaz û mûzîk: Mihemed Şêxo

Feryad û sed ax û eman, ez ketime ber êş û belan
Heyfa evî emrê ciwan, min daye ber derd û kulan

Derda li dil min dane şax, dîsa li min bû wek tebax
Mêrga dil û can çilmisî, hişkbûne hewdê sorgulan

Hişkbûn li dil mêrg û çîmen, teyr û tilûr qet lê neman
Îro ji wî baxê bilind, awaz û dengê bilbilan

Şalûl û bilbil û qaqlîbaz, qumrî û quling, şahîn û baz
Tev jê firîn derketine der, ma warê bûm û qertelan

Copyright © 2019 | video.karwan.tv